Hüseyincan
| Eser | Hüseyincan |
| Söyleyen | Mehmet Emin Gülsever |
| Kategori | İlahi |
| İstatistik | 2,152 Görüntülenme |
| Etiketler | #Mehmet Emin Gülsever#ilahi#dinle |
Hüseyincan İlahi Hakkında
Hüseyincan başlıklı bu içerikte ilahi sözlerine,
varsa dinleme videosuna ve eserle ilgili temel bilgilere ulaşabilirsiniz.
Bu sayfa, İlahi kategorisindeki ilahileri daha kolay bulmak,
okumak ve sevdiklerinizle paylaşmak için hazırlanmıştır.
Eserin söyleyeni/sanatçısı Mehmet Emin Gülsever olarak kayıtlıdır.
Benzer ilahiler bölümünden aynı türdeki diğer içeriklere de göz atabilirsiniz.
Arşiv Bilgisi
Hüseyincan, İlahi arşivinde
eser adı, sanatçı bilgisi, kategori ve dinleme bağlantısı ile birlikte düzenlenmiştir.
Dinleme ve Söz
Bu sayfada ilahi sözlerini okuyabilir, video bağlantısı mevcutsa eseri dinleyebilir
ve sayfadaki temel bilgilerle içeriği daha kolay tanıyabilirsiniz.
Keşif Önerisi
Aynı kategori ve benzer ilahi önerileri, aradığınız esere yakın içerikleri daha hızlı
bulabilmeniz için arşiv mantığıyla listelenir.
Ey kelha berxwedan,
û serferaziyê Amed! Min vehewîne bi mêvantî Di dilê xweyî xemgîn de îro Di vî Huvdeyê Çileyê de.
Ka bêje! Destana şehîdên doza Huseyn,
Destana Huseynê rêzan ji min re bêje! Ka bêje! Serê çend Şêx Seîdan,
Di dîroka te de hatine jêkirin? Binivîse! Di rûpelên destana xweyê mêranîyê de,
Ku çend Huseyna li ser kelha te,
Soz bi Xweda ra dane,
binivîse! Xweda ‘ilm û fêhm û cehd û feraset Li te bexşand te bi dost û cesaret Doza Xweda ava kir bi cemaet Serferazya milletî ta şehadet Huseyncannn! GULÊN BAXÊ WELATÊ MIN HUSEYN Û SULHEDDÎNIN DU RÊZANÊ MILLETÊ MIN HUSEYN Û SULHEDDÎNIN Ka yad bike bi îftîxar,
Ewan sorgulên şahnaziyê! Çend serwerê weka Selhedîn Mehmûdê Dîlawer Hesen û Bedrî û Huseynê cengawer Bi destê leşkerên zulmê hatine şehîdkirin? Çend ciwanên weka Ebdulhekîm,
Bi destên hovan hatine perçiqandin? Çend mêrxasên weka Sebahaddîn,
Zahir û Mûrat û her du Muhammed Nûrî Bi bask bûne li asîmanan? Çend kes,
bi rûkeniya Xetîb û Mela Arif Soza xwe anîne cî Binivîse… Xweda ‘ilm û fêhm û cehd û feraset Li te bexşand te bi dost û cesaret Doza Xweda ava kir bi cemaet Serferazya milletî ta şehadet Huseyncannn! GULÊN BAXÊ WELATÊ MIN HUSEYN Û SULHEDDÎNIN DU RÊZANÊ MILLETÊ MIN HUSEYN Û SULHEDDÎNIN
* Eyyy baxê beheşta welat! Qey ne bi xwîna şehîdan be,
Gulên gulîstanê nabişkuvin? Ma qey tê heta kengî,
wekî bûkên nû,
Ji dêleva hinnê,
xwe bi xwîna şehîdan hinne bike? Ma ne tu kelha berxwedan,
Û dîya mezlûmaye! Ma ne gelek Huseyna,
Li ser kelha te soz bi Xweda ra dane! Ma ne pelên dîroka te,
bi xwîna mezlûman,
Û bi berxwedana egîdan tijîye! Xweda ‘ilm û fêhm û cehd û feraset Li te bexşand te bi dost û cesaret Doza Xweda ava kir bi cemaet Serferazya milletî ta şehadet Huseyncannn! GULÊN BAXÊ WELATÊ MIN HUSEYN Û SULHEDDÎNIN DU RÊZANÊ MILLETÊ MIN HUSEYN Û SULHEDDÎNIN
** Ey bulbulên baxê beheşta welat! Rabin li ser gul û laleyên sor Bi hesret,
bi derd û axîn Bixwînin mîna şefeqa hilat Gulzar û lalezarên heyat Dîsa werin cezb û vejînê,
Da gulîstan û axa welat,
Ku bi xwîna şehîdan,
Û bi berxwedana mêrxasan hatine avdan û parastin Seranser kar bibe dîsa li şahiyû felat Xweda ‘ilm û fêhm û cehd û feraset Li te bexşand te bi dost û cesaret Doza Xweda ava kir bi cemaet Serferazya milletî ta şehadet Huseyncannn! GULÊN BAXÊ WELATÊ MIN HUSEYN Û SULHEDDÎNIN DU RÊZANÊ MILLETÊ MIN HUSEYN Û SULHEDDÎNIN Eyy kelha berxwedanê! Eyy behra eşq û îmanê! Ma seqema zivistanê,
Dikare bike mij û dûmanê,
Li ser şehbaz û dozvanê,
Rêya azadiya millet û Qur’anê… Li Quds û Şam û Amed Ji Beyqoza Stenbolê Heta Batmana bajarê Huseyn Kela îmanê difûre her dem Bi evîna nûra Mûhemmed Ma agirê nûra Tûrê,
Weka êtûnê vêxistîbe,
Li Kelîmê Mûsayê dest bi asa,
Û nefesmesîhê Îsayê Meryem,
Bi siyera Ehmed,
li şar û bihara ummetê,
Doza heq,
pêyrewên merd û rêya felat Kengî winda dibin li ser axa te,
Eyy baxê beheşta welat! Xweda ‘ilm û fêhm û cehd û feraset Li te bexşand te bi dost û cesaret Doza Xweda ava kir bi cemaet Serferazya milletî ta şehadet Huseyncannn! GULÊN BAXÊ WELATÊ MIN HUSEYN Û SULHEDDÎNIN DU RÊZANÊ MILLETÊ MIN HUSEYN Û SULHEDDÎNIN
BU GÜZEL İLAHİYİ SEVDİKLERİNİZLE PAYLAŞIN
Bunlar da İlginizi Çekebilir